Tekil Mesaj gösterimi
  #14  
Alt 29 December 2008, 20:37
eLanuR eLanuR isimli Üye þimdilik offline konumundadýr
Junior Member
 
Kayýt Tarihi: 1 September 2008
Mesajlar: 0
Konular:
Aldýðý Beðeni: 0 xx
Beðendiði Mesajlar: 0 xx
Standart Du Kovar...

Du Kovar...


Du Kovar...
Mehmet Eren

Peyv û Nûbûn du kovarên ku li Baþûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê derdikevin.
Her dû jî bi elfebaya latînî û erebî derdikevin. Xasima jî kovara Nûbûn hemû bi tîpên latînî tê çapkirin.
Di van herdû kovaran de jî digel nivîskar û rewþenbîrên Kurdistana Baþûr, hinek ji Kurdên perçên din ên Kurdistanê û herweha Kurdên li Ewrûpayê ne jî tê de dinivisînin.


PEYV
Ev kovar kovareke demsalî ye. Ango ji salê çar car derdikeve. Ev kovar, ji aliyê Komeleya Yekitiya Nivîsakarên Kurd Tayê Duhokê ve tê çapkirin. Di kunyeya kovarê ya hejmara 29an de hatiye diyarkirin ku kovar bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî tê çapkirin.
Peyv bi gotinên helbestî û pexþan hatiye xemlandin û xwurî bi Kurdî ye. Lê elfebeya Erebî û Latînî di nivîsan de hatiye bikaranîn.
Ev kovar, bi þiêr, mîzah, pexþan, sînema, muzîk û hwd. hatiye dagirtin. 50 rûpel bi tîpên Latînî, 260 rûpel jî bi tîpên Erebî berhemên Kurdî hatine nivîsandin.
Di sergotara vê hejmarê de ku ji aliyê Hesenê Silêvaney ve -ku herweha xwediyê kovarê ye- hatiye nivîsandin de spasî ji bo alîkariya serokê hukumeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tê kirin ku huner û hunermendiyê girîng dibîne û piþtgiriya xwe diyar kiriye. Diyar dikin ku bi vê kovarê huner û wêjaya Kurdî bêtir pêþketiye û ji bo nivîskar û rewþenbîrên nû bûye qonaxa nivîs û nivîsariyê.
Di hejmarê de ji Kurdên Sûriyê Konê Reþ bi çîroka bi navê ‘Qamiþlo! Hêlîna min’, ji Kurdên Tirkiyeyê Arjen Arî, bi helbesta bi navê ‘Hewlêr im Ez’ û Berken Bereh jî bi navê ‘Operayek dojehî: Hewlêr’ ji nivîskarên Kurdên Baþûr Xelîl Duhokî, Dr.Abdubaqî Mayî û yên din bi þiêr, çîrok, nivîsên cûrbecûr nivîsîne.
Kovara Peyv li ser tora înternetê di malpera [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] de tê xwendin.

Nûbûn
Ev kovar jî li Kurdistana Baþûr li bajarê Duhokê, ji aliyê Wezereta Rewþenbîrî ya Hikumeta Kurdistanê ve derdikeve.
Taybetîya wê kovarê ev e ku xurî bi Kurdî û bi elfebeya latînî tê çapkirin.
Ev kovar jî kovareke çandî, hunerî û siyasî ye. Qasî ku xuya dike, zêdetir cî dane fikir û remanên ku pêþiya civakê rohnî dike.
Ew, weha xwe didin nas kirin; ‘Hizra Ronak, Kiryara Çak, Qelêmê Pak’ û dibêjin; ‘kovareka hizrî Hemerenge’ dagirtiye.
Di beþekesergotara vê kovarê de ku ji aliyê sernivîskar ve hatiye nivîsandin weha tê gotin; " em dibêjin, dem bi ser ve çû, dema milet ji nasnamê diketin û dihatin qirkirin, ne terora tirkên çiyayîyê Kemalîst cî girt, ne Enfal û Kîmyawî ya Besiyên Sedam serket, ne fêlbaziya perdeya îslamî ji Komara Ýslamî re bergirt, ne jî stendina nasnamê haþatî ji hebûnê ya Besiyên Sûryeyê li ber hiþyarbûn û serhildana Kudan wergirt."
Kovar di vê hejmara xwe de hejmara 50î û 51î bi hevûdu re çap kirine. Kovar ji 100 rûpelan pêk tê, du rûpelên pêþîn û yên paþîn rengînin, yên din jî reþ û sipî ne.
Kovar li beranberî yên din, -qasî ku xuya dike- Tenê ji nivîskar û rewþembîrên Kurdistana Baþûr hatiye dagirtin. Qasî mêran nebin jî êpek nivîskarên jin jî tê de dinivîsin. Hinek ji wan ev in; Cahîda Cahîd, Gulîzar Bamernî, Emîna Hesen, Þirîn Salîh, Dilþa Yosis, Telî Salih, Lence Ebdula...
Alýntý ile Cevapla