![]() |
![]() |
|
#1
|
|||
|
|||
![]() Du Kovar... Du Kovar... Mehmet Eren
Peyv û Nûbûn du kovarên ku li Başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê derdikevin. Her dû jî bi elfebaya latînî û erebî derdikevin. Xasima jî kovara Nûbûn hemû bi tîpên latînî tê çapkirin. Di van herdû kovaran de jî digel nivîskar û rewşenbîrên Kurdistana Başûr, hinek ji Kurdên perçên din ên Kurdistanê û herweha Kurdên li Ewrûpayê ne jî tê de dinivisînin. PEYV ![]() Peyv bi gotinên helbestî û pexşan hatiye xemlandin û xwurî bi Kurdî ye. Lê elfebeya Erebî û Latînî di nivîsan de hatiye bikaranîn. Ev kovar, bi şiêr, mîzah, pexşan, sînema, muzîk û hwd. hatiye dagirtin. 50 rûpel bi tîpên Latînî, 260 rûpel jî bi tîpên Erebî berhemên Kurdî hatine nivîsandin. Di sergotara vê hejmarê de ku ji aliyê Hesenê Silêvaney ve -ku herweha xwediyê kovarê ye- hatiye nivîsandin de spasî ji bo alîkariya serokê hukumeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tê kirin ku huner û hunermendiyê girîng dibîne û piştgiriya xwe diyar kiriye. Diyar dikin ku bi vê kovarê huner û wêjaya Kurdî bêtir pêşketiye û ji bo nivîskar û rewşenbîrên nû bûye qonaxa nivîs û nivîsariyê. Di hejmarê de ji Kurdên Sûriyê Konê Reş bi çîroka bi navê ‘Qamişlo! Hêlîna min’, ji Kurdên Tirkiyeyê Arjen Arî, bi helbesta bi navê ‘Hewlêr im Ez’ û Berken Bereh jî bi navê ‘Operayek dojehî: Hewlêr’ ji nivîskarên Kurdên Başûr Xelîl Duhokî, Dr.Abdubaqî Mayî û yên din bi şiêr, çîrok, nivîsên cûrbecûr nivîsîne. Kovara Peyv li ser tora înternetê di malpera [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] de tê xwendin. Nûbûn ![]() Taybetîya wê kovarê ev e ku xurî bi Kurdî û bi elfebeya latînî tê çapkirin. Ev kovar jî kovareke çandî, hunerî û siyasî ye. Qasî ku xuya dike, zêdetir cî dane fikir û remanên ku pêşiya civakê rohnî dike. Ew, weha xwe didin nas kirin; ‘Hizra Ronak, Kiryara Çak, Qelêmê Pak’ û dibêjin; ‘kovareka hizrî Hemerenge’ dagirtiye. Di beşekesergotara vê kovarê de ku ji aliyê sernivîskar ve hatiye nivîsandin weha tê gotin; " em dibêjin, dem bi ser ve çû, dema milet ji nasnamê diketin û dihatin qirkirin, ne terora tirkên çiyayîyê Kemalîst cî girt, ne Enfal û Kîmyawî ya Besiyên Sedam serket, ne fêlbaziya perdeya îslamî ji Komara İslamî re bergirt, ne jî stendina nasnamê haşatî ji hebûnê ya Besiyên Sûryeyê li ber hişyarbûn û serhildana Kudan wergirt." Kovar di vê hejmara xwe de hejmara 50î û 51î bi hevûdu re çap kirine. Kovar ji 100 rûpelan pêk tê, du rûpelên pêşîn û yên paşîn rengînin, yên din jî reş û sipî ne. Kovar li beranberî yên din, -qasî ku xuya dike- Tenê ji nivîskar û rewşembîrên Kurdistana Başûr hatiye dagirtin. Qasî mêran nebin jî êpek nivîskarên jin jî tê de dinivîsin. Hinek ji wan ev in; Cahîda Cahîd, Gulîzar Bamernî, Emîna Hesen, Şirîn Salîh, Dilşa Yosis, Telî Salih, Lence Ebdula... |
![]() |
|
|